Cîhan

Mûsil: Şofêrên bakurê Kurdistanê hatin azad kirin

Li bajarê Mûsilê 32 şofêrên kurd yên bakurê Kurdistanê ku,ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatibûn giritn, serbest hatin berdan û gihiştin Hewlêrê.

Li dor hin çavkaniyan, piştî ew şofêrên kurd yên ji bakurê Kurdistanê hatin berdan ew destpêkê gihiştin bajarokê Mexmûrê û ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin pêşwazî kirin, pişt re hêzên emniyên bajêr ew teslîmî rêvebirên konsulxaneya Tirkiyeyê a li Hewlêrê kirin û niha ew li Hewrêlê ne.

Li gor gotinên çend şofêrên hatiîne azadkirin, rewşa hemûyan baş e û ji aliyê DAÎŞê ve nahatine îşkencedan.

Weke tê zanîn dema 10ê hizîrana 2014ê çekdarên DAÎŞê êrîşî bajarê Mûsilê kir, 31 şofêr û nêzîkî 50 karmendên konsulxaneya Tirkiyeyê a li Mûsilê revandin. Hêşta diplomatkarên tirkî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve nehatine berdean.

Back to top button