Musil bu armanca topbarana pêşmergeyan
Serokerkanê hêzên pêşmege dibêje ku di van topbaranan de tu ziyan nagihêje sivîlên bajêr.
Serokerkanê Hêzên Pêşmerge general Cemal Mihemed ji BasNewsê re ragihand ku “Ji duh û heta îro, me çend carekê binke û paregehên çekdarên DAIŞê li çend taxên nava bajarê Mûsilê topbaran kirine, zanyariyên temam jî li cem me hene ku ew binke û paregeh li çi çihekî nava Mûsilê ne.”
General Cemal Mihemed diyar kir ku, heta Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji cihê binke û baregehên DAIŞê piştrast nebe “Ti topekê na avêje û bi ti awayekî topbaran me nabe sedema gihandina ziyanan bi ti welatiyekî sivîl, ji vî alî ve em welatiyên Mûsilê bi temamî piştrast dikin.”
Berî niha jî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê Behram Doskî ji BasNewsê re ragihand bû ku, nexşeyên cihê baregehên DAIŞê li nava Mûsilê ketine dest Pêşemergeyên Kurdistanê de.