Cîhan

Munchen: Hevdîtin û kombûnên serokwezîrê Kurdistanê

Di çarçoveya 2yem roja Konferansa asayişê ya Munchenê de, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte re civiya.

Di civînê de, pirsa berferehkirina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Holenda de, herweha hevkariya Holenda ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de, hatin gotûbêj kirin. Piştî civînê Mark Rûte  ragihand, ku pêwendiyên wan ên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û giringiyek zêde bi Hewlêrê didin.

Di beramber de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku ew dixwazin, pêwendiyên xwe ligel Holenda di hemû waran de pêş bixin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê her îşev dê ligel Wezîrê derve yê Fransa û Wezîrê Bergirî yê Kanada re jî bicive.

Mesrûr Barzanî û şandeke Kongressa Amerîka civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê ligel şandeke mezin a Kongressa Amerîka bi serokatiya senator Lindsey Graham civiya.

Di civînê de rewşa Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin û şanda Kongressê piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir û amaje bi wê da, ku Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng a Amerîka li navçeyê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Amerîka kir û got, Herêma Kurdistanê wek faktereke girîng a cîgirbûna aştî û ewlehiyê li navçeyê berdewam dibe.

 

Back to top button