Civak
MÎTê li Qendîlê berpirsekî din ê PKK kujt
Li gor ajansa AA ragihandiye, Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) li herêma Qendîlê, bi operasyonek taybet, Barzan Hesenzadeyê ku wek berpirsê Koordînasyona Ciwanên Îranê yê PKK/KCK ye kujtiye.
Li gor çavkaniyên AA, MÎTê li bejahiya Qendîlê cihê Barzan Hesenzade “Tolhildan Qendîl” ê ku di sala 2016an da tev li rêxistinê bûye, tespît kiriye.
Hat gotin ku Hesenzade yê ku bi serokên PKK Cemîl Bayik û Duran Kalkan re jî têkildar bû di operasyonê de hatiye kujtin.