MITê hewla kuştina siyasetvana Kurd daye!
Hat îdiakirin ku dezgehê îstixbarata Tirkiye MITê li Nemsa (Avusturia) hewla kuştina siyasetmedara Kurd Berivan Aslan daye. Ev îdia ji aliye Feyaz O. ve hatiye kirin. Feyaz O. Xwe radestî Îstixbarata Avusturya kiriye û gotiğe ku, ew endamê MIT a Tirkiyeye û bi kuştin yan jî birîndar kirina Berivan Aslan hatiye erkdar kirin.
Li gora nûçeya ETHA, Feyaz O. xwediyê pasaporta Italiye û dibêje ku fermana kuştina Berîvanê ji endamek yê MITê ku li Sirbistanê dimîne wergirtiye.
Feyaz O. Dibêje ku, MITê hinek planên din jî li Avusturya danîne pêşîya xwe, yek ji wan jî xwestiya nivîskar û siyasetmedar Peter Pilz û parlementerê Yekitiya Ewropayê Andreas Schieder bikuje.
Herweha li gora hinek agahdariyan Feyaz O. gelek berfirehî hinek tiştên ku nehatîn eşkerekirin jî ji îstixbarata Avusturya re gotine.