Ajansa Anadoluyê ragihand ku Rêxistina Îstîxbarata Netewî ya Tirkîyê (MÎT), berpirsê îxtîxbarata PKK ê Iraqê Celal Kaya (Hesen) li Silêmanîyê berteref kiriye. Li gor çavkanîyên ewlekarîyê dibêjin, Celal Kaya di 17ê Tîrmeha 2019an de li Hewlêrê di kujtina dîplomatê Tirk Osman Kose de xwedîyê rolek sereke ye û fermana kujtina Osman Kose ji alîyê wî ve hatiye dan.
Li gor agahdarîyên Ajansa Anadolu û dezgehên ewlekarîya Tirkîyê, Celal Kaya berpirsê îxtîxbarata PKK yê Iraqê ye û tora pê ve girêdayî li Iraqê di derbarê karmendên dewleta Tirkîyê û mixalefeta PKK de îstîxbarat û agahî kom dikirin û li dijî wan di operasyonên terorîstî de bûn.
Li gor nûçeya AA yê, piştî ku MÎTê di derbarê Kaya de îstîxbarat bi dest xistiye, gav bi gav çalakîyên Kaya û koma wî şopandine û di encamê de li bejayîya bajarê silêmanîyê. bi operasyonekê ew berteref kirine, ango kujtine. Hatiye diyarkirin ku di operasyonê de derbek giran li şebekeya îstîxbarata rêxistinê ketiye.