MIT bi bazirganiyê ketiye di nav PKK-ê de
Li gora nûçeyek a rojnama tirkî Sabah, sedemê daxwaza dozeran ya dadgehkirina berpirsên bilind ên MIT-ê eşkere bûye. Li gora nûçeya Sabah tê îdia kirin ku, hinek berpirsên MIT-ê ji bo pêwendiyan berpirsên bilind ên PKK-ê re deynin bi rêyên bazirganî li gel PKK-ê pêwendiyên wan çêbûne.
Herweha gelek kesên ku di doza KCK-ê de hatîn girtin di êfadeyên xwe de ji dozeran re dane xuyakirin ku ew endamên MIT-ê ne û di nav KCK-ê de kar dikin. Lê dozer welê nafikirin û ew îdia dikin ku wan alîkarî û pişgiriya rêxistinek nehînî ya KCK-ê kirine û ji ber vê yekê jî dive bêne dadgehkirin.
Piştî guhertina madeyekî di destûrê de ji bo parastina berpirsên MIT-ê,niha jî dozer desturê ji serokwezîr daxwaz dikin ku êfada berpirsên MIT-ê bistînin.
Dixweyê pirsa KCK-ê Û MIT-ê gelek tevlîhev bûye û serokwezîr naxwaze ev pêwendî ji bo raya giştî bête eşkere kirin.