Polîtîk

Mistefa: Sîyaseteke cuda ji sîyseta derveya Îraqê nîne

 

Berpirsê peywendîyên derve yê hikumeta Kurdistanê duh, ragihand: Herêma Kurdistanê li gor destûra bingehîn a Iraqê kar dike , ev yek jî mina bersivekê bû ji bo daxûyanîya serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî. 

Serok wezîrê Iraqê Nurî Malikî, di roja şemêya borî de li bajarê Necefê gotibû:

Sîyaseta derveya Iraqê tenê  Bexda biryarê li ser dide,  siyaseta derve ne ji desthilastên wîlayetan û ne jî  ji yên herêma ye. 

Berpirsê peywendîyên derve Felah Mistefa xûyakir ku, hikumeta Kurdistanê  bi destûra Iraqê pabende, jiber ku herêma Kurdistanê jî beşeke  ji hikumeta fedrala Îraqê. 

Mistefa got jî ku,  destûra Iraqê bi zelalî diyar dike ku,  sîyaseta derve  ji desthilata hikumeta federalî  ye:

Em jî beşekin ji Iraqê û girêdayî sîyaseta derve ya welêt in, me sîyaseteke taybet ku, cuda be ji sîyseta derveya Iraqê nîne. 

Hikumeta Kurdistanê nûnerên xwe li gelek welatan hene weke; Amrîka, Brîtanya, Frensa, Almanya, Îtalya, Siwîsra, Îspanya, Swêd, Austiralya û Austriya.  Herwesa hejmara nûnerên welatên bîyanî li Kurdistnê niha gehaye 25 nûneratîyan.

 

Back to top button