Polîtîk

Mistefa Kazimî peyamek bi zimanê Kurdî û Erebî belavkir

Li twitterek da Mistefa Kazimî bi helkefta raspardina ji bo pêkanîna kabîneya Hikumeta Iraqê peyamekî bi her sê zimanên Kurdî, Îngilîzî û Erebî belavkir û soza karkirina ji bo çareseriya qeyranan dide.

Kazimî bi zimanê Kurdî nivîsiye: “Bi raspardina min bi erkê Serokayetiya Hikumeta Iraqê de, peymanê didim li beramber gelê me yê bexşînde, ji bo karkirina li ser pêkanîna Hikumetek ku xwesta Iraqiyan bixe pêşîneya karên xwe, serweriya niştiman û mafê wan biparêze û kar bike ji bo çareserkirina qeyranan û aboriya berev pêş bibe”.

Back to top button