CivakRojev

Mîrê Êzdîyan şewitandina Quranê şermezar kir

Hazim Tehsîn Beg, li Swêdê şewitandina Quranê şermezar kir û di daxuyanîya xwe de got: “Şewitandina Quranê karekî provokatîf e, ti eleqeya wê bi olan re nîne û pêşwazîya nêrîna tu ol û bawerîyan nake”.

Mîr Tehsîn Beg, bal kişand ser vê yekê ku şewitandina Quranê hestên zêdetirî 2 milyar misilmanan êşand û bêhurmetî li bawerîya wan kir.

Mîr Tehsîn Beg, di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew her cûre axavtinên nefretê red dikin û hemû kiryarên ku zirarê didin jiyana hevbeş a aştîyane û nirxên yekîtîya civakî têk dibin, şermezar dikin.

Back to top button