Polîtîk

Mîranî: Em amadene digel opozisyonê biciv in

Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî eşkere kir ku di rûniştinên wan ên bi opozîsyonê re bi awayekî ji awayan gihane danûstandinê û got:

– Herwiha ew xalên di beyannameya opozîsyonê de jî gelek xalên danûstandinê tê de hene û li ser wan gotûbêjan dikin.”
Fazil Mîranî di bernameyekî Zagros Tv de got:

– Em hewl didin danûstandinê ligel hev bikin û ligel wan bûyer û pêşhatan jî kar bikin bo çareseriya rewşê. Di rûniştinên me yên bi aliyên opozîsyonê re bi awayekî ji awayan em gehiştine rewşeke jihevfamkirin û danûstandinan.

Derbarê beyannameya hersê aliyên opozîsyonê de ku 5ê îsana 2011an bi mebesta pêkanîna hikûmeteke demkî ya hevbeş derxistin, Mîranî wiha axifî:

 – Di wê beyannameya opozîsyonê de xalên danûstandinê hene û emê jî bo pêkanîna hikûmeteke demkî ya hevbeş bi wan re rûnin û ew jî dikarin beşdar bibin. Ew hikûmet jî divê piralî be û li ser projeya 17 xalî ya parlamento û herwiha projeya 20 xalî ya opozîsyonê û daxwazên xwepêşanderan kar bike û reforman bike. Ew hikûmeta demkî zemînê xweş bike ji hilbijartina pêşwext re.

Fazil Mîranî wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

– Di rûniştinan de Yekgirtû û Komela Îslamî beşdarbûna hikûmeta demkî red nekirine û wê demê ger beşdar bibin wek desthilat kar dikin, lê di warê rûxsarî ve heta dawiya wê hikûmeta demkî opozîsyon namîne, ji xeynî vêna jî ji sedî 80ê xelkê ser cadeyan ligel opozîsyonê ye lê piştî opozîsyonê danûstandin ligel me kir divê raya ji sedî 20ê din ê raya giştî jî wergirin da gotûbêjê li ser daxwazên wan bikin, ji ber ne merc e derbarê çaksaziyê de nerîna hemû xwepêşanderan yek be.

Ji pêkanîna hikûmeta demkî re wekt tê destnîşankirin ka dê çend meha berdewam bike bo çaksaziyê û parlamento û hikûmeta herêmê jî hilnaweşin. Parlamentoya Kurdistanê jî bo hilbijartina pêşwext zemînê xweş dike.

Her di wê bernameyê de Mîranî got:

– Em hebûna opozîsyonê di nav her desthilatekê de pêwist dibînin, opozîsyona pozîtîf ji aliyekî ve divê çavê xelkê be li ser hikûmetê û ji aliyekî din ve çavê hikûmetê be li ser xwe bo çarseriya pirsgirêkan. Ya baş ev mercên han di opozîsyona me de hene, li ser wan bingehan li ser me jî ferz e rêz li opozîsyon û raya giştî bigrin û tu metirsiya vêna li ser desthilatê nîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwist e em gotûbêjan bikin. Rudaw

Back to top button