Şampiyonê berê yê Boksê û werzîşvanê Amerîkî Mike Tyson, li Amsterdamê qehwexaneyek esrarê vekir.
Ji ber ku firotina esrarê li Hollandayê qanûnî ye, Tyson dixwaze li Amsterdam a Hollandayê bi fermî esrarê bifroşe.
Boksorê efsanewî Mike Tyson, ku bi xwe jî esrarkêş e, ji bo qehwexaneya ku li Amsterdamê vekir got “Min xewnek mezin pêk anî”. Qehwexaneya ku li Spuistraat a li navenda Amsterdamê li qadek 1200 metrekare hat vekirin, bi mezinahiya xwe di nav qehwexaneyan de bal kişand.
Li gorî nûçeya BBC, Tysonê ku li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê xwedî qehwexaneyên esrarê ye, berê li Kanadayê jî kafeyek esrarê vekiribû. ‘Coffeeshop Tyson 2.0’ li Amsterdamê yekem kafe ye ku ji hêla boxer ve li Ewropayê hatiye vekirin.
Tysonê ku sê caran şampiyonê boksê yê cîhanê ye, diyar kir ku ew demek dirêj e esrarê bikar tîne û got: “20 sal in ez di asta herî bilind de boksê dikim. Wek encamek, laşê min gelek xitimî û şîn bû. Min dest bi bikaranîna esrarê kir da ku damarên xwe aram bikim û êşa emeliyatê sivik bikim”.