Mihemed Îsmaîl di kongreya 12.emîn de bû sekreterê nû yê Partîya Demokrata Kurdistana-Sûrîyê (PDK-S).
Di kongreyê de 26 endam ji bo komîteya navendî ya partîyê hatin hilbijartin. Di civîna Komîteya Navendî ya PDK-S de li Hewlêrê Mihemed Îsmaîl wek sekreterê partîyê hat hilbijartin.
Di civînê de Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Lezgîn Fahrî, Nafî Biro, Kamîran Haco û Seîd Omer jî ji bo polîtburoya partîyê hatin hilbijartin.
Serok Mesûd Barzanî jî li Hewlêrê beşdarî kongreya PDK-Sê bûbû û gotarek pêşkêş kiribû.
Partîya navborî di 14ê Hezîrana 1957an de li Rojavayê Kurdistanê (Rojava) hatiye damezrandin.