CîhanCivak

Metranên dêra aşûriyan bi serkeftinên pêşmerge dilxweş in

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 13.11.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li metran Gorgîsê sêyem Silêwe metranê dêra Rojhilatî ya Aşûrîyên cîhan û Îraqê û şandeya pê re ku ji endamên civata Senhadosa yên dêra Rojhilatî ya Aşûrî pêkhatibû, kir.Di civînekê de, Silêwe, ew pêkvejiyana li Herêma Kurdstanê di navbera hemû pêkhateyan, mezheb û olan de heye û mêrxasî û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de, bi taybetî di operasyona azadkirina Deşta Nînewa de, bihevahengî digel arteşa Îraq û hevpeymanan, qedir û rûbet nirxandin.Navborî sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçber û penaberên mesîhî kiriye û ew hewandine û xizmetgozxariyên pêwîst pêşkeşî wan kirine. Hêvî xwest ku koçber bo ser mal û mikê xwe vegerin û jiyana wa ya parastî be û deverên wan jî bên avadan kirin.Nêçîrvan Barzanî got ku ew bi her awayî lêdixebitin ku kultura pêkvejiyanê, biratî û wekhevîyê kûrtir bibe û hikûmeta Herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê pêkvejiyan û biratiya di navbera hemû pêkahteyan de li Herêma Kurdistanê heye dike û hêvî xwest ku ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye hemû deverên din yên Îraqê vegire.Serokwezîr behsa hevkarî û alîkariyên xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo koçber û penaberên destê terorê yên ber bi Herêma Kurdistanê hatine ku bê cudahî xizmeta hemûyan kiriye kir û tekîd kir ku ew dê alîkariya hemû wan koçberan bikin ku li paşerojê bo ser mal û mikê xwe vegerin û bawerî di navbera hemû pêkhateyan de dirust bibe.Barzanî hêvî kir ku konferensa dêra Rojhilatî ya aşûriyan li Hewlêrê bi serkeftî xebat û çalakiyên xwe bidawî bîne.

Back to top button