Metirsiya leyiztika navbera Tirkiye ê Hollandayê de!
Çalakiya keyfxweşiya leyiztikvanê Tirk a ku îşareta nijdperestî kirîbû, fikarên ewlehiyê yên li ser leyiztika Tirkiye-Hollanda ku li Berlînê tê lîstin zêde kir û nîqaşên li ser qedexekirina tevgera Qewmpereta a Tirk ku, rêxistina ciwanên MHPÊ ye,li Elmanyayê ji nû ve dest pê kir.
Herweha ev helwesta leyiztikvanê Tirk li Almanyayê bû sedema niqaşeke mezin û li ser xeta Berlîn-Enqereyê bû sedema rageşiya dîplomatîk.
Lêpirsîna ku li gorî xala 31(4) ya Rêziknameya Disîplînê hatiye destpêkirin tê payîn ku bi dawî bibe.
Di vê navberê de, çavê hemûyan li pêşbirka ji bo çaruyeka finalê ya Hollanda-Tirkiyeyê ye ku roja şemiyê li Stadyûma Olîmpiyadê ya Berlînê tê lidarxistin e. Ditirsin ku gengeşeya siyasî ya li Tirkiyeyê, li gel aloziya Demîral, derbasî Elmanyayê bibe û ji bo ewlekariya giştî bibe metirsî.
Rayedarên ewlehiyê yên Alman tedbîrên xwe zêde dikin da ku pêşî li rageşiya di navbera komên ji nêrînên siyasî yên cuda de berî û piştî leyiztikê bigirin.
Tê diyarkirin ku ji bo alozî dernekeve û Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ji ber aloziyên siyasî yên hundirîn ên Tirkiyeyê nemîne, li pişt perdeyê danûstandin tên kirin.
Nêzî 580 polîs ji hemû welatên ku beşdarî tûrnûvayê dibin, Tirkiye jî di nav de ji bo piştgiriyê bidin ewlehiya EURO 2024an hatin Almanyayê.