Cîhan

Metîner rexne li AKP û medya wê girt

AKP di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de derbek mezin xwar û têk çû. Siyaseta dijKurd, gendelî, astengîya mafên mirovan, yekdengî û yekrengîya dadwerî û medyayê, pirsgirêkên civakî yên wek derkenar û aborîyê, civaka Tirk û Kurd ji AKP dûr xist û xwe ji pişta AKP û Erdogan dan alî.

Têkçûna AKP di nav rêzên AKP de jî nerazîbûnek mezin derxist holê û kesên ku heta doh berdevkîya Erdogan û AKP dikirin jî dest bi gazind û nerazîbûnan kirin. Yek ji wan jî parlamenterê berê Mehmet Metîner e.

Parlamenterê berê yê AK Partîyê Mehmet Metîner bi gotina “çapemeniya hizbî” rexne li medya AK û medya Tirkiyê girt. Metîner diyar kir ku nîzama medya yekfonîk, yekreng û yekpartîtîyê xelet e û got: “Ev nêzîkatîya medya hizbî zirarê dide kesên ku li ser navê wan tevdigerin û kesên ku tenê dixwazin hêzek mezin kom bikin”. Metîner ku li ser hesabê xwe yê medya civakî gelek parvekirin kirin.  

Metîner, anî zimên ku rêza medyaya monofonîk, yekreng û yekpartî xelet e û got: 

„Çapemeniya ku xwe veguherandiye amûra kor a partîyekê, dikare rojekê derîyên xwe ji kesên ku girêdayî heman partiyê ne lê xwedîyê nêzîkatîyek rexnegir in jî bigire. Bi dîtina min, medyaya ku divê pirrengîn û azadîxwaz be, bûye hilgirê mezinatîya kor, ev pirsgirêk divê bi lezgînî bê çareser kirin“. 

Di gotinên Metîner de dixuye ku medya AKP êdî derîyên xwe ji hevalbendên xwe yên rexnegir re jî girtiye û dixuye ku Metîner jî yek ji wan e.

Back to top button