Mesûd Pizîşkiyan dibe serokê nû yê Îranê
Komîsyona Hilbijartinan a Îranê encamên tûra duyemîn a 30 milyon û 530 hezar û 157 dengan eşkere kir. Mesûd Pzişkiyan bi 16 milyon û 384 hezar û 403 dengan li pêş e.
Hevrikê wî Seîd Celîlî 13 milyon û 538 hezar û 179 deng wergirt.
Bi vî awayî bi ferqa nêzîkî sê milyon dengan Mesûd Pzişkiyan dê bibe nehemîn serokomarê Îranê.
Li gor encamên destpêkê rêjeya beşdariya dengdanê li hundir û derveyê Îranê %49.8 bûye.
Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê Mohsen Îslamî got ku encamên fermî dê roja Şemiyê piştî nîvro bên ragihandin.
Ev encamên destpêkê encamên gera duyem a hilbijartinên serokomariya Îranê ne ku tenê Doziyan û Celîlî mane.
Roja Îna borî 28-6-2024 tûra yekem a hilbijartinan hat lidarxistin. Li gorî Komîsyona Îranê di tûra yekem de 24 milyon û 535 hezar û 183 kes deng dane ku ji wan dengan milyonek û 56 hezar û 159 deng betal bûne.