Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Spasiya dezgehên ragihandinê dikim

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê peyamek belav kir.

Bi helkefta 122. salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnama Kurdistan, germtirîn pîrozbahiyê li rojnamenivîsan û ragihandinkarên Kurdistanê dikim. Her wiha 22. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê li rojnamenivîsên Herêma Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Di vê derfetê da bi pêdivî dizanim spasiya dezgehên ragihandinên Herêma Kurdistanê bikim ku li bi cîhkirina rêkarên xweparêziyê ji virusa Korona yê û belavkirina rêkarên tendirustiyê rolekê girîng hebû.

Rêz û pêzanînên xwe ji bo ronakbîr û pêşengên rojnamegeriya Kurdistanê û rojnamenivîsên bi navê gihandina doza rewaya gelê Kurdistanê da xizmetkirî û canê xwe gorî kirîn dikim.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
21.04.2020

Back to top button