Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistana pêşwaziya Rêveberê Ofîsa Herêmî ya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Rêvebira Ofîsa Herêmî ya Sindoqa Nifûsa Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li welatên Erebî Leyla Bekir kir.
Di civînê de kar, proje û çalakiyên sindoqa niştecihên Netewên Yekgirtî li Iraq û Herêma Kurdistanê di warê pêşxistin û pêşxistina şiyanên pêkanîna amaran û serjimêriya niştecihan hatin gotûbêjkirin, bi taybetî ku biryar e serjimariya giştî di meha Mijdara îsal de were encamdan.
Herwiha tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ligel Sindoqa Nifûsa Netewên Yekgirtî kir, daku proseya serjimêriyê bi serkeve û tenê ji bo geşepêdana niştecihan be.