PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir û pê re danûstandin li ser çend mijaran kirin.

Tewerekî serekî yê danûstandinên wê civînê girêdayî giringiya birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû.

Her du alî li ser pêdivîtiya çarekirina arêşe û astengên di rêya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna hemî aliyan di wan hilbijartinan de hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, “Em piştevaniya birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayek pakij û şefaf û qanûnî û dadperwerane dikin, ku cihê baweriyê be û li bin çavdêrî û piştevaniya Civaka Navdewletî bi rê ve biçin û parastina mafên hemî pêkhatên Herêma Kurdistanê gerentî bike”.

Dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û şandina mûçe û mafên darayî û berdewambûna alîkarî û piştevanîkirina Pêşmergeyan hin mijarên din ên wan danûstandinan bûn.

Back to top button