Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir ku ji hejmarek metranan pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Patriyarîk Kardînal Luis Sako spasî û pêzanîna xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo pêşwazîkirin û piştevaniya ku jê re hatiye kirin û pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe derbarê paşvekişandina biryarnameya Serokomariya Iraqê li ser Patriyark Kardînal Luis Sako û Dêra Keldanî nîşan da û hêvî xwest ku ev xeletî were rastkirin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke her car navenda parastina mafên hemû pêkhatan û azadiya olî dimîne û piştgiriya civaka Xiristiyan dike ku ji aliyê hin aliyên bêberpirsiyar ve bi neheqî rastî qirkirina olî tên û berevanî li parastina mafên hemû netew û olan dikin û li dijî guhertina demografî ya bi zorê radiwestin.