Civak

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada yê nû li Iraqî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon kir.

Îro roja duşemê 16-12-2019an Serokwezîr Mesrûr ligel Balyozê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon civiya. Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz Shannon kir, bi boneya destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast.

Balyozê Kanadayê amadehiya welatê xwe bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê derbirî, bi taybet jî sûdwergirtina ji ezmûna federaliya Kanadayê.

Back to top button