Polîtîk
Mesrûr Barzanî li gel Şah Abdullah dicive
Serokê Hikumeta Kurdistanê serdana Urdinê dike û li gel Şah Abdullah dicive.
Îro yekşem 01.03.2020 Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê bi Serokayetiya şandekî hikumî û bi vexwendineke fermî, serdana Urdinê dike û li gel Şah Abdullahê dûyem dicive û guftûgo di derbarê pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistan û Urdinê tê kirin.
Şanda li gel Serokê Hikumeta Kurdistanê ji Rêber Ehmed Wezîrê Navxweyî, Abdullah Hacî Mehmud Wezîrê Karubarê Şehîdan û Enfalkiriyan û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve pêktê.