Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Em kar dikin ji bo baştirkirina jiyana xelkê Kurdistanê

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Navdewletî kir û herdu aliyan pêşhateyên dawî û rewşa aborî û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda gotûbêj kirin.

Roja Pênşema 31.1.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Banka Navdewletî bi serokatiya Merze Hesen rêvebirê cîbicîkar û ragirê Encumena Komeleya Banka Navdewletî kir, herdu aliyan pêşhateyên dawî û rewşa aborî û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda gotûbêj kirin.

Herwiha di hevdîtinê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa hebûna ewlehiyê weke sektoreke bihêz di geşepêdana aboriyê û tekezî li ser proseya çaksaziyê kir û amaje bi bandora şerê terorê û kirîza li himberî pêşketina welat û jiyana welatiyan kir.

Herwiha Mesrûr Barzanî alîkariyên Banka Navdewletî bo Herêma Kurdistanê wek pêwîst binav kir û got jî ku, Herêma Kurdistanê dê li ser pêşxistina dezgehê hikûmeta Kurdistanê û vekirina derî ji sermayedarên biyanî re berdewam be da ku, jiyana welatiyan baştir bibe.

Ji aliyê xwe ve şanda mêvan amadebûna xwe ji bo alîkarî û hevahingiya ligel Herêma Kurdistanê di warê darayî û rêvebirin û zêdekirina projeyên stratejîk nîşan da.

 

Back to top button