Polîtîk

Metiner: Divê AKP di derbarê HDPê de biryarekî bide!

Nivîskar û parlementerê AK Partiyê yê berê Mehmet Metiner di derbarê serdana heyeta AK Partiyê ya HDPê de, daxûyakirin ku, gerek Ak Partî di derbarê HDPê de biryarekî bide.

Metiner got: Eger HDP wek partiyek ku, di bin banê parlementoyê de bê dîtin û di vê çerçoveyê de pêwendî li gel bêne danîn, divê AK Partî siyaset û gotarên xwe ji bo HDPê biguhere. Divê vêca Ak Parti biryarekî bide.

Ji bo guhertina hinek maddeyên desturê di parlementoyê de heyeta AK Partiyê ji bo pişgiriyê serdana HDPê kirîbû. Ev yek gelek hate gotubêj kirin. Ji ber ku AK Partî HDPê wek hevalbendê“rêxistina terorist“ itham dike û gelek bi tundî wan rexne dikin.

Metiner dibêje: Ji aliyekî tu HDPê wek hevalbende terorê bibinî û aliyek din ji bo pişgiriye li gel HDPê rûnî ev rewşek xirab e.

Metiner dibêje ku, gerek AK Parti di vê derbarê de biryarekî bide. Eger li gel HDPê bê rûniştin divê AK Parti zimanê xwe yê tund li himber HDPê biguhere.

Back to top button