Meclisa siyasî ya Kurdistanî peyamek da gelê Kurdistanê
Roja çarşem 11.10.2017 li Selahedîn bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê civiya.Di destpêka civînê de amadebûyan ji bo rêzgirtina li giyanê Serok Mam Celal û giyanê şehîdên rêya azadiyê xulekek rawestan û li ser eve jî hevre bûn ku baştirîn wefa ji bo ruhê Serok Mam Celal û hemû şehîdên Kurdistanê yekrêzî û birayetî û yekhelwestiya hêzên siyasiyên Kurdistane.Paşê amadebûyên civînê guhertinên dawî ya siyasî û karvedanên navdewletî û herêmî û Iraqî li beranber referandûmê guftûgo kirin û gihîştin van encamên xwarê:Yekem: Civînê de, amadebûyan pabendî îradeya gelê Kurdistane ku li rêya beşdarbûn û dengdana li referandûma 25ê Eylûla 2017 bi azadane derbiriye. Her wiha bicîhkirina encamên referandûmê li ruyê zemenî ve bende bi diyalogekî binyatner û lêpirsiyane. Ji bo wê yekê civînê de, amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogekî vekirî li gel Bexda bi bê pêşmerc û bi bê sizadan û abluqeyê û her wiha rexsandina dema pêwîst ji bo serxistinê derbirîn.Duyem: Sepandina sizayê li ser gelê Kurdistanê neyasayî û neberpirsiyaraneye û aloztir kirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya hîç aliyek nake.Sêyem: Civînê de bi raya giştî ya cîhanî û hevpeymaniya navdewletî radigihîne ku gelê Kurdistanê rûbirûyê abluqe û sizadana bi komel û gefa bikaranîna hêzê hate kirin û eve rewşa mirovî û jiyana xelk û koçberan li Iraq û Kurdistanê dibe qonaxekî metirsîdar û daxwaz dike sînorek ji bo vê gef û ablûqe û sizadana bi komel bê danîn.Çarem: Amadebûyên civînê biryarê dan civîna hizb û aliyên siyasiyan li bin navê Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê berdewam bê.Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê11.10.2017