Civak
Mecer Egîd Mihemed koça dawî kir
Roja 16.01.2020an şoreşger û welatparêzê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Mecer Egîd Mihemed koça dawî kir.
Mecer Egîd Mihemed birayê serkirdeyê berê ya Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê Kenanê Egîd bû ku wek malbateke xizmetkarê şoreşa Kurd têne naskirin.
Mecer Egîd Mihemed jî wek kesayeteke ji malbata Resûlê Mihemed li Rojavayê Kurdistanê xizmeta şoreşa Kurd li başûrê welatê me kiribû.
Cihê bibîranînê ye ku Mecerê Egîd ji şoreşa Îlonê ta şoreşa Gulanê xizmeta şoreşê, kadir û pêsmergeyan dikir.
Her weha Mecer Egîd Mihemed, bi salan xwedî li wan kadroyên siyasî ji bakurê Kurdistanê derketibû, ewên ku sala 1980yî ji neçariyê terka bakur kiribûn.