Me ji YNKêre got: Dev ji vê rêxistina terorê berdin, xwe rizgar bikin,
Wezîrê Parastina Tirkiye di kanla CNN Turkê de bersiva pirsên rojnemevan Hakan Çelîk da û daxûyaniyên wî balkêşbûn.
Guler behsa rewşa Iraqê kir û got: “Iraq cîranê me yê dîrokî ye. Em her tim hewl didin ku têkiliyên baş biparêzin. PKK rêxistina terorê li bakurê Iraqê bi cih bûye. Ji bilî me kes xwe nerehet nake. Me got her roj tê û êrîşî baregehên me dike. Me got emê vê terorê di serkaniya wê de xilas bikin. PKK li deverê 800 gund vala kirine.
Di 22’ê Nîsanê de di bin serokatiya Serokê me de rêzek hevdîtinên cidî hatin lidarxistin. Eve bi salane Ewropa û Amerika PKK wek rêxistineka terorê dibînin, Iraq behsa vê yekê nakira , me gelekî israr kir û wan jî PKK wek rêxistina qedexe qebûl kirin.
Guler behsa YNKê jî kir û got:Em ji YNK û wan hemûyan re dibêjin, Serokê me yê rêzdar di civîna dawî de bi eşkere ev yek anî ziman. Me got: Dev ji vê rêxistina terorê berdin, xwe rizgar bikin, derfet û hawirdoreke nû ava bikin, em ê alîkariya we bikin. Hemû tedbîr li ser maseyê ne.
Me di têkoşîna li dijî terorê de prensîbên xwe guhertin. Em li ser stratejiya tunekirina terorîstan li serkaniya wan tevdigerin. Niha jî divê rêxistin cihên ku bi salan bi rehetî lê dijîn terk bike û ber bi başûr ve vekişe. Çi pêwîst be divê em bikin û em ê jî bikin.
“Nêrînên me yên derbarê Sûriyê de zelal in”
Armanca me ya sereke ya operasyona li Sûriyeyê parastina sînorên xwe ji pêşerojê ye. Beriya ku me dest bi operasyonê bikin welatiyên me nikarin biçin rezên xwe yên li Kilîsê û navçeyûn Hatayê. Her roj bi hawanan êrîş dihatin kirin, bi roketavêjan bax û bexçe dişewitandan, bombe dihatin teqandin û me gelê xwe winda dikir. Ji bo parastina welat û sînorên Tirkiyeyê me dest bi vê çalakiyê kir. Îro êdî ti pirsgirêkên me yên ewlehiyê nînin. Weke Tirkiyeyê sed sal e em li vir in û em ê li vir jî bimînin, ger ew jî li wir bimînin em ê wiha berdewam bikin.
Nêrînên me yên derbarê Sûriyê de zelal in. Hêviyên me ji rejîma Sûriyê hene. Kî bi ser bikeve kê Destûra Bingehîn qebûl bike û hilbijartinên azad pêk bîne em ê rêz bigirin. Rêzgirtina sînorên welat ji bo her cîranê me derbas dibe. Em di hevdîtinên Astanayê de dicivin. Tu eleqeya me bi erd û nefta kesî re nîne. Em dibêjin makeqanûnê qebûl bikin, biçin hilbijartinê û bi ser bikevin. Em dibêjin em vê qebûl dikin.
Bi salan e em li dijî terorê şer dikin. Em beşdarî operasyonên piştevaniya aştiyê li seranserê cîhanê dibin. Em baş dizanin ku artêşa me çi ye. Ti fikarên me nînin. Dibe ku qeza çêbibin. Em ê karê xwe bikin û em ê bi ser bikevin. Em hêzên xwe yên çekdar di şert û mercên herî xerab de perwerde dikin.
Guler di derbarê Îranê de got:Em hem li ser sînorê Îranê, hem jî li ser sînorê Iraq û Sûriyê şerê terorê dikin. Em dibêjin em li ser sînorê Îranê li dijî PKKê şer dikin, lê ew sînor derbas dike û direvin. Em bi hevalên xwe yên Îranî re diaxivin, em dibêjin, binerin, ew çûne wir, me nihêrî, dibêjin kes tune ye. Ev ne xweş e.