Polîtîk

Me daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku me TEV-DEMê nêzîkî hev bike

Serokê ENKSê Siûd Mela ragihand ku ew ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û Nêçîrvan Barzanî jî got ku ew amade ye alîkariyê bike ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha dibêje: “Em li hêviya wê yekê ne ku TEV-DEMê rê veke ji bo danûstandinan û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera me de.”

Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Me serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û em pê re civiyan. Ew civîn pir erênî bû. Me daxwaz jê kir ku alîkar be ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û wî jî got ku ew amade ye ji bo vê yekê û çi pêwîst be ew dikare bike.”

Mela wiha got: “Em amade ne ligel TEV-DEMê bighên rêkeftin û yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, lê di serî de divê TEV-DEM rê ji wê yekê re veke û hinek pêngav bavêje ji bo ku gotûbêj destpê bikin, ew jî wek berdana zindaniyên siyasî yên di destê wan ne.”

Siûd Mela wiha domand: “Her dema ku rê vebû, wê demê em jî amade ne ji danûstandinan re. Divê ew dest ji dijayetiya me berdin. Beriya 2 rojan serkirdeyekî me li ser nerînên xwe yên siyasî bi destê wan hat girtin.”

Back to top button