Cîhan

McKenzie: Xweserî mafê Kurdên Sûriyê ye

Generalê berê yê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Frank McKenzie ragihand ku mafê Kurdên Sûriyê heye herêma xwe bi rêve bibin.

Generalê berê yê Amerîkî ji Dengê Amerîka re got: “Ez dibêjim mafê Kurdan bi rengekî otonomî heye, di çarçoveya rêkeftina bi Sûriyê re be yan na, mafê wan heye xwe bi rêve bibin”.

McKenzie, di berdewamiya axavtina xwe de herweha got: “Ez dizanim ku hikûmeta Beşar Esed tu nêzîkatiyek ji vê yekê re nîşan nedaye. Bi baweriya min Kurd niha di rewşek pir metirsîdar de ne. Ew vê yekê ji her kesî bêhtir dizanin. Qet nebe niha pêşeroja wan bi berdewamiya hebûna Amerîka ve girêdayî ye”.

McKenzie, ku ji sala 2019 heta 2022 serokatiya CENTCOMê kir û di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Kurd re ji nêz ve xebitî, got ku heger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, ev yek wê derfetê bide rêxistina terorîst ku carek din bi hêz bibe.

Back to top button