Mc Gurk:PKK li ser herêma Kurdistanê tehdîdeke
Nûnerê serokê Amerika yê taybet di derbarê şerê DAÎŞê de Brett Mc Gurk, di konferansek rojnemevanî de daxûyaniyên balkêş dan.Brett Mc Gurk, li Bexdayê konferansek rojnemavanî li darxist. Behsa operasyona Musilê kir û got: Operasyon li gora hatî plankirin pêşve diçe û serketiyê. Lê ev operasyon gelekî zehmete û dê demekî dirêj bigre.Gurk daxûyakirin ku, dê DAÎŞ wek li Kerkûk û Rutba , wê bi grubên biçûk hinek çalakiyan bike û ev çalakiyên vî cureyê dibe zêde bibin.Di derbarê PKKê de jî Brett Mc Gurk, got: PKK rêxistinek teroriste. Li ser Herêma Kurdistanê û Tirkiye tehdîteki pêktîne.Gurk da xuyakirin ku, divê hukumeta herêma Kurdistanê û Bexda vê pirsê di nava xwe de çareser bikin.Gurk got ku, piştî şerê DAÎŞê dê hukumeta Iraqê biryar bide ka dê arteşa Amerika li Iraqê bimine yan na.