CivakRojev

Mazlûm Ebdî: Emê efûyek giştî ragihînin

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî ragihand ku ewê li Dêrezorê efûyekê ji bo wan kesên ku çek li dijî wan bi kar anîne û beşdarî şer û pevçûnan bûne, di nav ragihînin.

Ebdî soz da ku ji bo aramîya herêmê wê daxwazên êlên Ereb ên ku ji rewşa herêmê gilî dikin bi cih bîne û “şaşîyên” ku di rêveberîya herêmê de hatine kirin rast bike.

‘EMÊ GIRTÎYAN BERDIN’

Di hevpeyvîna ligel Reutersê, Fermandarê Giştî yê HSD diyar kir ku wan bi serokên eşîran re hevdîtin pêk anîne û ewê daxwaza azadkirina bi dehan şervanên xwecihî yên ku dema ku HSD serhildan tepeser kir, serî hildan û hatin binçavkirin, pêk bînin. Abdî got: “Me biryar da ku em efûya giştî ji bo kesên ku di bûyeran de cîh girtine bidin. Me berî niha nîvê girtîyan serbest berdan, yên mayî jî emê berdin”.

Ebdî herwiha got ku ewê civînek berfireh bi serokên êlên Ereb û nûnerên din re li Dêrezorê li dar bixe da ku ji perwerdeyê bigire heta aborî û ewlehiyê gazindên demdirêj çareser bike.

Back to top button