Malikî: Tirkiye dixebite Îraqê parçe bike
Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî di hevpeyvîneke xwe de digel Sumeriye TV, dewleta Tirkiyeyê bi dabeşkirina Îraqê tawanbar dike.
Serokwezîrê Îraqê di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, Tirkiye dixebite Îraqê parçe bike û daxwaz ji Tirkmenên Îraqê kiriye di meseleya Kerkûkê de ku, vegere ser herêma Kurdistanê rêgir nebin, “Lê hemû hewildanên wê şikestin xwariye.”
Nurî Malikî behsa tesîra Tirkiyeyê li ser herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Siyaseta Tirkiyeyê Kurdistanê êxistiye nav destê şeytan û bi rêya Kurdistanê hewil dide Êraqê jî bêxe nav destê şeytan.”
Serokwezîrê Îraqê dibêje ku, siyaseta Tirkiyeyê a li hember herêma Kurdistanê wisa dike ku, dewletên din jî destêwerdanê di karûbarên navxweyên Îraqê de bikin û “Em li hember vê rewşê bê deng nabin.”
Di bersiva pirsekê de ka gelo Tirkiye ji bo dabeşkirina Îraqê dixebite, Malikî dibêje: “belê Tirkiye wê hewildanê dike, lê dê sernekeve.”
Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî di hevpeyvîna xwe de a digel Sumeriye TV dibêje ku, herêma Kurdistanê û Tirkiyê li hev kiriye tikmenan razî bikin ku, rêgiriyê di vegerandina Kerkûkê bo herêma Kurdistanê rêgiriyê nekin.