Polîtîk
Malikî Ofîsa hukumeta Kurdistanê li Bexdadê da radan
Hate rahîhandin ku serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ferman kiriye ku nivîsgeha (ofis) Hikûmeta Kurdistanê ya li Bexdadê bête radan.
Malpera Konseya Îslamî ya Bala, belav kiriye ku berpirsekî ji ofîs a serokwezîr Malikî ku navê xwe jî diyar nekiriye, gotiye: Serokwezîr Nûrî Malikî talîmat daye ku nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li cem wî bête girtin. Herweha karmendên ku li wirê kar dikirin jî, dê li wezaretên dî bêtin belavkiirn.
Ev ivîsgeha (Ofîs) heyî, bi xûta têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanbê û yên hikûmeta Bexdadê de hatibû avakirin.
Rojeva Kurd