Malikî dixwaze Kerkûkê kontrol bike
Di beyannameyê de hatiye ku: “Ew kiryarên serkirdayetiya operasyona Dîcleyê û tevgera wan ku bi berovajî destura Êraqê ku tê de dibêje (Artêş hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navend de dibe) ji ber vê jî di vê demê de ew hewlên serokê hêzên çekdarîyên Iraqê û operasyona Dîcleyê wek demên berê tev digere ku ji bo kêşe û hevrikiyên navxweyî tê bikaranîn eve jî berovajî binemayên damezrandina Iraqa nû ye piştî Rûxana dîktatoriyeta Beisê.”
Di beşek din a evê beyannameyê de aliyên siyasî her weha destêwerdanên herêmî şermezar dikin ku li dijî berjewendiyên herêmê û Gelê Kurdistanê ne û weha pêde çûne: “Pêwîste rêkevtinnameya navbera Iraq û Tirkiyê bihê hilweşandin ku rê dide artêşa Tirkiyeyê ku bikeve nav axa Herêma Kurdistanê.”
Di dawiya beyannameyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin: “Daxwaziya me ji gelê me bi giştî û parêzgeha Silêmanî bi taybetî rola xwe ji bo rûbirûbûna ew siyaset û rewşên nexwezyar ku dixwzin bisepînin bi ser Herêma Kurdistanê, bilîzin. Ji bo vê mebestê jî em daxwaz dikin ku hemû şêwazekî medenî û demokratiyane ji bo vê yekê bihêne havêjtin.”
Ev jî naveroka beyannameya 14 partîyên siyasîyên herêma Kurdistanê di bareya Operasiyona Dîcle, bûyera Dûzxormato û pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdadê de ye:
´´Maweyeke hukûmeta federal a Iraqê li Bexdadê mijûlî komkirina hêz li navçeyên dabirandî bi giştî û li sînorê parêzghea Kerkûkê bi taybetî ye bi rêya pêkanîna operasiyona Dîcle ku dixwaze ji hemû alîyekî ve kontrola evî bajarî bike û defakoteyeke nû bisepîne ku berovajîyê destûra Iraqê û vîna (îradeya) xelkê navçeyê yem her ji ber ewê çendê em dirustbûna bi nav serkirdatîya operasiyona Dîcle û tevger û liven wê şermezar dikin ku berovajîyê destûra Iraqê ye ku tê de (destûra Iraqê) hatiye ku ´´tevgerên supa bi hemahengîya navbera herêm û navendê be´´, ji berê wê ev hewlên serokê hêzên çekdarên Iraqê û operasiyona Dîcle wek ewan bernameyan dizanîn ku di berê de, artêşê bo arîşe û kêberîyên navxweyî bi kar dihêna û ew jî berovajîyê bingehên damezrandina Iraqa nû ya pişyî rpxana dîktatorîyeta Beisê ye.
Hevdem em siyaset û helwêstên du salên bihorî yên Malikî dikîn ku berovajîyê karnameya ragihandiîya wî bi xwe bo desthilatdarî û birêvebirina Iraqê ye. Hîç karek bo cîbicîkirina wê nekiriye bi taybetî jî maddeya 140 a destûra Iraqê ku mafeke rewa yê xelkê Kurdistanê ye û em hemû destwerdanên herêmî jî şermezr dikin ku dijî berjewendîyên herêmê û gelê Kurdistanê bin û pêywîste rêkevtinnameya navbera Iraq û Turkiyeyê jî bihête hilweşandin ku rê bi artêşa Turkiyeyê dide nihête nava xaka herêma Kurdistanê.
Em daxawaz jî ji serok wezîrê Iraqê dikîn ku operasiyona Dîcle hilweşîne û di cihê vê de, kar bo pêkvejiyana hemû pêkhateyên Iraqê bike, çimku ezmûne berê nîşan daye ku dirustkirina ewan arîşeyan dibe egerê hilweşandina bingehên Iraqa federal û pêywîste ew xercîyên bo operasiyona Dîcle dike, bike projeyên xizmetgihandinê û aborîyê bo baştir kirina jiyana hevwelatîyên Iraqê.
Herwiha daxwazkarîn ku hukûmeta Iraqê pabend be bi destûr û rêkevtinnameyaên navdewletî û ewan rêkevtinnameyan jî îmza bike û cîbicî bike ku rêgirî li komkujî û bi kar anîna supa di arîşe û milmilanîyên navxweyî de dikin.
Di kombûnê de herwisa tekezî li ser hevhelwêstî û yek gotarîya siyasî di ast bûyerên navbera herêm û Iraqê de hate kirin û piştgîrî li helwêsta serkirdatîya siyasîya Kurdistanê jî hate kirin ku şêwaza siyasî û dîplomasî bi akr dihîne. Hevdem piştîvanîya hêza pêşmerge û tevger û bernameyên wezareta pêşmerge jî hate kirin ku bo bergirîkirin ji Kurdistanê di amadebaşîyê de ye.
Di heman demê de ji cemawerê Kurdistanê bi giştî û ji parêzgarê Silêmanîyê bi taybetî daxwazkarîn , ku role xwe bo rûbirûbûna ewan siyaset û rewşên nexwastî ku dixwazin bi ser herêma Kurdistanê de bisepînin, bibînin û bo evê mebestê jî daxwaz dikîn ku her şêwazeke medenî û demokratîk bi kar bihînin.´´
Ew 14 partiyên Kurdistanî jî evin:
1- Partiya Komonîst ya Kurdistan
2- Partiya Zehmetkêşana kurdistanê
3- Hizbî Sosyalîst ya Demokrata Kurdistanê
4- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
5- Partiya Demokrata Kurdistanê
6- Partiya Çep a Kurdistanê
7- Partiya Çareserî û Demokratiya Kurdistanê
8- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
9- Partiya Netewî ya Kurdistanê
10- Partiya Parêzgaran ya kurdistanê
11- Hizba Pêşkewtûxwazên a Demokrata Kurdistanê
12- Bizûtnewa aştîxwazên Kurdistanê
13- Komeleya Îslamî ya Kurdistanê
14- Bizûtneweya Rizgariya Demokratî ya Kurdistanê
(PNA)