Malbatên şehîdan ji bo YNK: Azadkirina Da’îşiyan xiyanete
Birîndar û malbatên şehîdên Pêşmerge li ser azadkirina 176 terorîstên Daîşê ji aliyê YNK dilgiraniya xwe û nerazîbûna xwe derdibrin û behsa ewe dikin ku eve xiyanete li xwîna şehîdên Pêşmerge.
Derbaz Abdula Pêşmergeyê birîndarê şerê terorîstên Da’îş bi rojnameya Uşe ragihandiye YNK bi firoştina % 51 ê wê axa ku bi xwîna me hatibû azadkirin, têr nexwar û çekdarên girtiyên Da’îş jî li beranber pere û destxweşiyê azad kir. YNK ew tişta ku Pêşmerge pê nexweş bê dike.
Her wiha got: Ewên vê karê kirin, bazarê bi ax û xwîna Kurd ve dikin û pêgeha niştimaniyê li cem Kurd lawaz dikin û xwîn û keda me Pêşmergeyan bi vala didin. Ew reftarên wan cihê dilgiraniya me ye û êş û janê bi me dide û birînên me kurtir dike. Bi çi mafekê û çi rewayetiyekê têda heye wan kesên xwîna me rijandin, niha bi vî awayî radestî Serokên Hozên wan dikin û wekî cejnane wan azad dikin. Ez li wê baweriyê de me, eger çarenivîsa parêzgeha Silêmanî û Helebçe bikeve destê YNK wê wekî Kerkûkê bikin û dawiya wê xêr nabê. Ji ber ku ewan hîç tiştek nemaye dijî gelê me encam nedin.
Menîce Abdulkerîm dayika Pêşmergeyekê şehîdê destê Da’îş jî dibêje: Me tu demekê hêvî nedikir YNK helwesteke wiha bike ku kujerên kurên me bi gulbaranê bişînin nava malbatên wan û em jî bi wan dîmenan rondikan bibarînin. Diviya şermê li me bikiran ku me cergên xwe bi vê axê parast. Lê belê padaşta wan eve bû ku kujerên zarokên me azad bikin. Bi bê hîç dadgehî û sizayek, ji bo wê yekê niha ji kurê xwe re dibêjim xwîna te hate firotin, bi pere û kursî ji aliyên YNK ve hate firotin.