Civak

Malbata kurd jiyanek gelek kevnare dijî

Li Kurdistana Bakur jiyana malbatek kurd tu pêwendî bi dinya pêşketîve tuneye û ev malbat jiyana xwe gelek bi awayek kevnare wek ji berî 70- 90 salî ji berî niha didumînin.

Tu pêwendiya vê malbatê li gel dewletê tuneye, kesek ser wan ve nayê naçê û zarokên wan naçin dibistanê. Endamên vê malbatê tu cara deng nedane û navê berpirsên dewleta Tirk jî nizanin.

Heta tê gotin ku ji ber ku pêwendiya zarokên vê malbatê li gel xelkek din tuneye axavtina wan jî bi zehmetiye.

Rojnemevan Metin Taşar behsa jiyana vê malbatê dike.

Ev malbat li serê Çiyayê Doşan di bilindahiya 2.500 metreyekî de dijîn. Li derdora wan ji bilî xaniyê wan tu avahiyên din tuneye. Malbat li serê çiyayê Doşan sinorê navbera Erzincan, Bingol û Dersimê de dijî. Tenê Kurdî(zazakî) diaxêvin.

Du çiyavan dema derdiketin serê çiya ev malbat dîtine û xeber dane rojnemevane. Ji bo vê jî jiyana vê malbatê ji aliyê rojnemevanan ve  hatiye nivîsandin. Devera ku ev malbat lê dijîn yanî Çiyayê Doşan ji bo Alewiyan jî cihek mukadest tê naskirin.

Mezinê malbatê ji rojnemevanan re dibêje: Ji ber 30 salî hinek kesên nenas hatin vê derê û 5 zarokên min birin heta wek îro min tu xeberek ji wan negirtiye û ez nizanim li kûvene.

Xwediyê Malê Huseyin Taşer dibêje: Eve 50 salin min li gel Emine şî kiriye û em li vê derê dijîn. Zarokên me naçin dibistanê. Em ajil xwedî dikin û bi vê yekê jiyana xwe berdewam dikin. Em diçin gundên derdorê tiştên pêwist tînin û debara xwe pê dikin.

Evê 300 salin ev xaniyê me li vê derêyê, bab û bapîrên me jî li vi deverê jiyane. Em ava xwe ji derve tînin, elektrik û rê ya me tuneye. Televizyon çiye em nizanin, dema em diçin gunda em dibînin hertiştên wan hene. Zarokên me neçûn dibistanê, xwendin û nivîsandinê nizanin û nizanin bi zimanê Tirkî biaxêvin.

Back to top button