Civak
Mahsun Kırmızıgül spasîya Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî kir
Hunermend Mahsun Kirmızıgül, ku ji roja yekem a erdheja Mereşê ve alîkarîya mexdûrên erdhejê dike, li ser hesabê xwe yê taybet ê tora civakî Twitterê spasîya Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî kir.
Mahsun Kırmızıgül di spasîya xwe de wiha got: “Ji bo hevalên xwe yên ji Çewlikê yên li Almatî dijîn, li Azerbaycanê, Ji bo hevalên ku li Hewlêr, London, Berlîn, Hollanda, Parîs dijîn, Dixwazim spasîya Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî û her kesê ku keda wan di, alîkarîyê de hebû, bikim. Emê li navenda xwe ya koordînasyonê jî bi heman şêweyî berdewam bikin”.