Polîtîk

Mahabadî xwezaya bajarê xwe paqij kirin

Li gor nûçeyeke ajansa NNSROJ Komek ji Jîngehparêzên Mahabadî, helmetekî paqijkirina siruşt û xwezayê birêvebirin.

Roja înê li ser daxwaza hejmarek ji jîngehparêzên Mahabadê kampanya an ku helmetekî paqijkirina siruşt û xwezaya bi taybetî li dewrubera bendava Mahabad ji zibil û gilêşan bi diruşma “Parastina Jîngeh, Parastina Jiyane” birêveçû.

Li vê çalakiya jîngehparêziyê de, nêzîkî peykerê çiyagerê durgeha bendava Mahabadê, wekî cihê yekgirtina jîngehparêzan hatibû diyar kirin. Li gor zanyariyan bi dehan jîngehparêzên Mahabadî beşdarî vê helmetê kirin û li encamê de zibil û gilêşên li kenarên bendava Mahabad û dewrubera wê hate paqijkirin.

Back to top button