Mafê tu kesî nîne êrîşî Kurdên bindest bike.

HUDA PARê bal kişand ser êrîşa bi fuzeyan a ku ji teref Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ve li Hewlêrê hat kirin de diyar kir ku kuştina sivîl, zarok û kal û pîran nayê qebûlkirin.
Nûnertiya HUDA PARê ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê Xê yê fermî hat dayîn de wiha got: “Bi her sedemê kuştina sivîl, zarok û extiyaran nayê qebûlkirin. Parastina aştiya li Herêma Kurdistanê karekî pêşîn e. “Mafê tu kesî nîne êrîşî Kurdên bindest bike.” wî got.
Roja 15ê Çileya 2024ê, demjimêr 23.30ê, îro Duşemî 15ê Çileya 2024ê, gelek xalên ku welatiyên sivîl li Hewlêrê lê bi cih bûne, ji aliyê Artêşa Şoreşgeran ve hatin armanckirin.
Di encama êrîşan de 5 welatiyên sivîl ku di nav wan de karsazê Kurd Peşraw Dizayî û keçeke yek salî jî hebûn jiyana xwe ji dest dan, gelek sivîl jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.