CîhanRojev

Macron partiyên Rojavayê kurdistanê vexwandin Fransayê

Serokê Fransayê Macron partiyên rojavayê Kurdistanê vexwandin Fransa. Tê zanîn ku di serê meha Nîsanê de heyetek ji wezereta Derve ya Fransayê serdana Kurdistana Rojava kirîbû. heyeta Fransî li gel partiyên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin kirin û di derbarê çalakiyên xwe de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê raporek pêşkêşî serokê Fransayê kirin.

Niha jî serokê Fransayê ji bo hevdîtina hinek partiyên Rojavayê kurdistanê vexwandin parisê ji bo hevdîtina li gel wan bike. Di nava van partiyan de hemû alî hene, partiyên di nava ENKSê û PYNKê de cih digrin hatine vexwandin.

Tê zanin ku dema serokê Kurdistanê Nûçîrvan Barzanî serdana Parisê kir û li gel Macron civiya yî, babetek a girîng a hevdîtinê pirsgirêka Kurdistana Rojava û yekrêziya hêzen siyasîyên Kurdistanê bû.

Back to top button