Polîtîk

M.E.O. Kurd daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikin

Dibe ku dengderên Herêma Kurdistanê li hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ya şemiya derbasbûyî li ser sindoqên dengdanê nêrîneke wan ya cûda bebê. Lê belê wan hemûyan li pirsek de yek nêrîn heye, ew jî serbixweyî ya Kurdistane. 

Iraqekî Demokratîk dirust nebûye 

Ji bilî wê yekê jî Kurdan û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê nêrîneke cûda di derbarê wan pirsan de heye ku peywendiya wan bi dewleta serbixwe ve heye. Paşaroja Kurd li çarçêweya Iraqekî yekgirtî û peywendiya Başûrê Kurdistanê li gel perçeyên dinê Kurdistana mezin re heye. Dibe ku tevahiya van pirsan jî bibin babeta serekî ya wê yekê Parlemena hilbijartiya Herêma Kurdistanê behs wê yekê bike. 

Berhem Saleh Serok Wezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û Cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê dibêje “Xewna serbixweya Kurdistanê herdem heye û mafê me heye bibîn xwediyê wê dewletê, lê belê hêvîdarîn Iraq wekî welatekî demokrasî serketinê bi dest xwe ve bîne”. 

Her wiha Saleh dibêje pirsa nasname gelek girînge û ew jî şanaziyê bi kultûr û nasnameya Kurdên xwe ve dike. Saleh dibêje: “Min pê xweşe Iraq bibê welatê demokrasî bi cûreyek ku têde rêz li azadiya takekesî bê girtin. Iraq ewqas bibê demokrasî ku em hemû şanaziyê bi Iraqîbûna xwe ve bikîn. Lê belê rastî eweye ku hê jî ew Iraq dirust nebûye”. 

Kurd dewleta xwe ya serbixwe dixwazin

Eger serdana bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo we zelal dibe ku li vir nêrîna beramber Bexda piçek tundtire. Muhsîn Elî welatiyeke temen 57 saliye li bajarê Hewlêre û dibêje “Peywendiya min li gel tevahiya Kurdandaye, êdî her li ku bin”. Ew cilubergê Kurdî li berxwe kiriye û dibêje: Ez naxwazim ti cûre peywendiyek li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de nemîne û Kurd serbixwe bibe. Em, Kurdên Sûriye, Kurdên Tirkiye, Kurdên Iran, Kurdên Iraq, dixwazîn azad bibîn.. Li welatekî azad û serbixwe da bîn”. 

Kurd pêkhateyekî neteweyiye li welatên Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê de, lê belê Hikûmeta wan welatan berdewamî zulm li vî gelî kirine. 

Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê evbo mawey çendîn deye dij be hkûmetî ‘êraq şerî kird bo mebestî bedesthênanî mafekanî gelî kurd le ‘êraqda. rjêmekey (sedam)îş her care u be şêweyek gelî kurdî çewsandinewe, lewaneş helmete bedinawekey enfal u kîmiyabaran ke be hoyanewe deyan hezar kes bûne qurbanî. 

Çavkanî: Middle East Online

 

Back to top button