Cîhan

Lûtkeya Berlîn ya di derbarê qeyrana Lîbya gihîşt encamê

Beşdarbûyên lûtkeya Berlîn ya di derbarê qeyrana Lîbya gihîştin peymaneke giştgîr ya ji bo çareserkirina aloziyên wî welatî, ku li dawiyê da biryar hate dayîn berdewamiya agirbestê bidin û şandina çekan ya ji bo wî welatî bê qedexe kirin û mekanîzmekî serbazî jî ji bo çavdêrîkirina agirbesta li wî welatî bê danîn.

Piştî lûtkeyê li civîneke rojnamevaniyê da Angela Merkel Şêwirmendê Almanya beyannameya dawiya lûtkeyê xisterû û eşkerekir ku “gengeşeyeke têr û tije di derbarê pirsê de hate kirin û ma karî bigihîn biryarek ji bo çareseriya siyasî ya li Lîbya, bi awayek ku desteberiya aştî ya ji bo gelê wî welatî bikin, Ez li wê baweriyê da me Kongreya Berlîn bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî karî piştevaniyekî baş ji proseya siyasî ya li Lîbya bike”.

Her wiha Merkel got: “Beşdarbûyên Kongreyê li ser ewe rêkkeftîn ku reşnivîsa planekî giştgîr ji bo qeyrana Lîbya amade bikin” Dûpat jî kir, “naveroka rêkkeftinê de tekez li ser ewe dike ku aloziya wî welatî tenê li rêya siyasî ve tê çareser kirin”.

 

Back to top button