Polîtîk

Lihevhatinek veşartî navbera Barzanî û Malikî

 

Çavkaniyek ji ofîsa serokwezîrê İraqê Nurî Malikî ji ajansa nûçeyan a Şetulereb re naveroka civîna navbera heyeta Dewleta Qanûnê û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku, berî çend rojan li Hewlêrê hatibû saz kirin, eşkere dike.

Çavkanî dibêje ku, serokwezîrê İraqê Nurî Malikî heyetek ji serkirdeyên Partiya Dawa û lîsteya Dewleta Qanûnê pêkanî ku, sefera Helêrê bikin û digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin û ew pirsên hilawîstiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin. 

Her ew çavkanî dide xuyakirin ku, wê heytetê,  dûr ji mediyayê, serdana Hewlêrê kir û digel serokê Kurdistanê civiyan û heyteya Nurî Malikî gelek tenazil bo serokê Kurdistanê kirin miqabil wê yekê ku, serokê Kurdistanê piştgiriya hikûmeta Nurî Mailkî bike.

Çavkaniya navborî dibêje ku, şandeya Nurî Malikî û serokê Kurdistanê li ser van xalên li jêr li hev kiriye:

1- Qanûna neft û gazê ya ku, kurd li ser razîne, di demek herî zû de li parlamentoya Iraqê bê qebûlkirin û lîsteya Malikî jî deng bo pesindkirina qanûnê bide.

2- Dosyeya deverên nakokdar (deverên kurdistanî yên dervey îdareya herêma Kurdistanê) tevî Kerkûkê çareser bikin, û Dewleta Qanûnê piştevaniyê li vegerandina mafên kurdan li parlamentoya İraqê bike.

3- Operasyonên Dicleyê bên hilweşandin  û hêzên her du aliyan vegerin bi cîyên xwe yên berê.

4- Ew 4 milyar dolarên kurd  ji bo heqdestê kompaniyên neftê daxwaz dikin bo herêma Kurdistanê bên vegerandin.

5- Du firqeyên laşkerê İraqê ji pêşmergeyên Kurdistanê bên avakirin û wezareta bergiriyê a İraqê mesrifa wan, meaş, rahînan û pirçekirin, bigire ser xwe.

Li gor wê çavkaniyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzaî li ser wê yekê ku, her du firqeyên pêşmergeyê Kurdistanê girêdayî wezareta bergiriyê a hikûmeta İraqê bin, ji tirsa ku, hikûmeta İraqê wan pêşmergeyan neqilî deverên din yên İraqê bike, razî nebû. Lê belê şandeya Dwleta Qanûnê ji bo razîkirina Barzanî got ku, dê navê wan her du firqeyên pêşmerge bikin (firqeyênÇiyayî) daku her li Kurdistanê biminin.

Şandeya Nurî Malikî daxwaz ji serokê Kurdistanê kir ku, di vê kirîza İraq tê de derbas dibe, piştgiriya hikûmeta Nurî Malikî bike û hevbendiya navbera kurd û şîeyan berdewam bibe.

Çavkaniya ev zaniyarî ji ajansa nûçeyên Şetulereb re eşkere kirine dibêje ku, Malikî ditirse kurd xwe bidin aliyê xwepêşandanên Suneyan û zixtê li Amerîkayê bikin hikûmeta İraqê hilweşînin û Malikî ji meydana siyasta İraqê dûr bikin.

 

Back to top button