Civak
Li Wanê nivîsa “Pêşî peya” xira kirin ki ser “Tirkiye Tirk e, wê Tirkî bimîne” hate nivîsandin!
Li hinek bajarên Kurdistanê li ser rêyên otomobile ji bo rê bidin peyan nivîsandin bi Tirkî û Kurdî hatine nivîsandin. Li ser rêya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi kurdî ‘Pêşî Peya’ nivîsandibû, ji aliyê kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar ve li ser nivîsa kurdî hate girtin û desa wê de ev nivîs hatiye nivîsandin: “û dewsa wê de ev nivîs hatiye nivîsandin: “Tirkiye Tirk e û wê Tirkî bimîne”
Bûyer duh bi şev li Kolana Îdu Nîsan a ku yek ji kolanên herî qelebalix ên navenda bajêr e pêk hat. Hat dîtin ku kes an jî kesên ku nivîs çêkirine cihekî ku MOBESE û kamerayên ewlehiyê lê tune ne hilbijartiye.
Li ser îxbarê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê danê sibê hatin qada ku bûyer lê çêbûyî cardin nivîsa Kurdî hate nivîsandin.