Polîtîk
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina bajarvaniyan destpêkir
Îro hilbijartina Serok Bajarvanî û Encumena Bajarvaniyên Tirkiye destpêkir û hemwelatiyên Tirkiye ji bo destnîşankirina Serok Bajarvanî û Encumena Bajarvaniyan çûne ser sindoqa dengdanê.
Li Bakûrê Kurdistanê hilbijartin demjimêr 7:00 û li Tirkiye jî demjimêr 8:00 an de destpêkir. Ji bilî wê keşûhewayekî baranî û berfî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, xelk bi coşekî mezin berev sindoqa dengdanê diçin.
Her wiha hilbijartin heta demjimêr 16:00 an berdewam dibê û li hilbijartinên îro de 26 partiyên siyasî rekeberiyê dikin li ser bi destanîna Serokayetiya Encûmena Bajarvaniya li 81 parêzgehan û li hilbijartinên îro de 52 milyon kes mafê dengdanê heye ku li ser 195 hezar sindoqên dengdanê de hatine dabeşkirin.