Civak
Li Tirkiye rewşa partiyên siyasî çewene
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya ku destpêkirî, bandora xwe li rewşa partiyên siyasî jî dike. Taybetî Ak Partî naxwazê ev pêvajo bibe sedemê windakirina dengên ku ji xelkê digre.
Herî dawî dezgeha lêkolînê Konda lêpirsînek kir. Ev lêpirsîn li 30 bajaran hate kirin. Di lêpirsînê de 2650 kesî re rû bi rû hevdîtin hatin kirin.
Kesên beşdarê lêpirsînê bûyîn ji % 90.8 dibêjin bila her aliyê siyasî berpirsiyariya xwe bîne cih. Herweja ji % 81.3 jî dibêjin çareserî ji bo me teva baş e.
Rewşa Partiyên siyasî:
Gelo îro hilbijartinek çêbibe dengê ku partiyên siyasî bistînin dê çi be:
Ak Partî . % 52.4
CHP : % 21.8
MHP : % 14
BDP : % 7.4