Li Tirkiye kêşeya bikaranîna navê Kurdistanê
Li gel wê yekê ku Herêma Kurdistan û Tirkiye peywendiyekî xurt li rûyê aborî û siyasî ve heye, lê belê heta niha berpirsên Hikûmeta Tirkiye navê Kurdistanê bikarnaynin, wekî çavlêkeriyek ji serokên xwe xelkê wî welatî jî heman karê wan dikin. Tirk Herêma Kurdistanê yan bi Bakûrê Iraq, yan jî hinek car bi Hikûmeta Herêmê bi nav dikin, lê belê Herêma Kurdistanê li ruyê peywendiyan ve, mijûle wê astengiyê jî dişkîne.
Hasan Kanbolat nivîskarê Tirk bi girîngî ve behsa ewe dike ku êdî li gel wan peywendiyên bi hêzê di navbera Herêm û Tirkiyê de, pêwîste serkirdeyên wî welatî xwe ji bikaranîna navê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr negrin.
Kanbolat li gotarek de li rojnameya Today Zaman de nivîsiye “li Tirkiye “IKBY” bi kar tê wate sînorê îdareya Kurdên Iraqê, lê belê gelo pîta K mebesta wan Kurdistane.” Nivîskar bikarneanîna peyva Kurdistanê astengkirina peywendiyan bi nav dike û dinivîse ew kêşe bi çaresernekirî maye.
Nivîskar dide zanîn ku li Tirkiyê cara yekem Abdulah Gul Serok Komarê Tirkiye li sala 2009 peyva Kurdistanê bikaranî, ew gotarek pêşkêş kir û Herêma Kurdistanê wekî navê xwe ya rast bi nav kir û got Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Her wiha nivîskar dide zanîn ku Gul karekî baş kiriye ji ber ku li gor destûra Herêma Kurdistanê reftar kiriye û çawa li destûra Herêmê de navê Kurdistanê hatiye, wiha jî Gul navê Herêma Kurdistanê bikaraniye. Divê Wezareta Derveya Tirkiye jî ji vê babetê agahdar bê û Herêma Kurdistanê bi wî navî yê rast bikarbîne.