Polîtîk

Li Tirkiyê herî zêde li bajarên Kurdan nufus zêde bûye

Li Tirkiyê nexşeya li gorî herêmên welêt a rêjeya zayîniyê hate derxistin. Xexşe gellekî encamên balkêş derdixîne holê. Li gorî vê, li herêmên wek Rojhilat û Başûr Rojhilatên Anatolyayê, yanê li bajarên Kurdan ku pirranî Kurd li ew bajarana dijîn, rêjeya zayînê li gorî herêmên din herî zêde bilind bûye. Berevajî herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilat, li herêmên din yên Tirkiyê, rêjeya zayînê her çûye kêm bûye.  Li herêma Anatolyaya Navîn, rêjeya zayînê wek berê maye, nehatiye guhertin. 

Li herêmên wek Behra Spî û Behra Reş, di nav de ku Enqere û Konya jî heye, li bajarên ev herêmana nufus her diçe kêm dibe.  Rêjeya zayînê a ku herî zêde kem dibe jî, herêmên Ege û Marmarayê ne. 

Back to top button