Li Tirkiye darbeyên leşkerî bi bertîlan çêbûne
DERBEYA LEŞKERÎ YA 28Ê SIBATÊ
BI BERTÎLA IHALETA BALAFIRGEHA SABÎHA GOKÇEYÊ ÇÊBÛYE
Bi rastî hin tişt li Tirkiyê rûdidin ku aqilê mirov radiweste, yan jî eger mirov bi çavên xwe nebîne, mirov bawer nake.
Bulend Akarcali ku parlemanê partiya ANAPê û hem jî wezîrê leşsaxiyê bû, gotiye: ”Derbeya Leşkerî ya 28ê Sibatê, Tirkiyeyê xist xisareke wisan ku bû deyndarê 260 milyar dolarî. Herweha ew Derbeya 28ê Sibatê jî, bi qezenca ihaleya Balafirgeha Sabihe Gokçeyê hatiye kirin.”
Kevnewezîr weha domandiye: ”Divê hemû îhaleyên piştî 28ê Sibatê bêtin werbêjkirin. Eger lêkolîn çêbibin, wê encamên pir balkêş derkevin holê. Pirsa sereke ev e ku çima Balafirgeha Sabîha Gokçeyê pêşî bi navê Balafirgeha Leşkerî çêkirine, lê piştre kirin ya sivîl?”
Sosreta balkêştir ev e ku Bulend Akarca weha gotiye:
”Piraniya balafirgehên ku li Tirkiyê hatine çêkirin, pêşî bi navê Balafirgehên Leşkerî dest pê bûne. Ji ber ku bi navê leşkerî bûne, ji bo îhaleya wan tenê sê îmze diviyan. Yek îmzeya serokkomar, dido îmzeya Serokerkanê Giştî yê Artişê û sisê îmzeya serokwezîr. Wekî din kes nikaribû ne pirs bike û ne jî bêje ku çima we daye filan şirketê…”
Balafirgeha Sabihe Gokçeyê ji aliyê Musteşarê Senahiya Bergîriyê ve dema ku hikûmeta ANAP-DSP-DTP koalisyon bûye hatiye çêkirin ku di navbera salên
30ê Hezîrana 1997 û 11/01.1999an de bûye, ango hikûmeta 55.
Wê demê serokkomar Silêman Demirel, serokwezîr Mesût Yilmaz û sererkanê giştî jî İsmail Hakkı Karadayi bûye. Jimara diravên ku lê xerc kirine jî, 550 milyar dolar bûye.